Roja hilbijartina Serokomariya Iraqê hat diyarkirin

Desteya Serokatiya Parlamentoya Iraqê bi fermî roja Şemiyê ji bo rûniştina civîna taybet a ji bo hilbijartina serokomariyê nîşan da. Rûniştin wê saet di 11.00’an de destpê bike.

Parlamentoya Iraqê ragihand ku roja hilbijartina Serokomariya Iraqê zelal bûye. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin rûştina ji bo Serokomariyê wê 11’ê Nîsanê roja Şemiyê saet de 11:00’an de dengdana ji bo hilbijartina serokomar destpê bike.

Roja 6’ê vê mehê Serokê Parlamentoya Iraqê Heybet Helbûsî ragihandibû ku rûniştina hilbijartina serokkomar wê di demê bê destnîşankirin de pêk were. Hatibû ragihandin ku wê navê wan parlamenterên ku tevî rûniştinê ne bin jî belav bikin.